Li Sêrtê muhîmat hat bidestxistin
Li Erûha navçeya Sêrtê di lêgerîna ku hat kirin de muhîmat hat bidestxistin.
Di lêgerîna ku li ser rêya gundê Çirpiliya Erûhê hat kirin de di wesayîteke ku hat sekinandin de 4 hezar û 200 berikên keleşkofê, 10 berikên antî tankê yên roketavêja RPG-7an hatin bidestxistin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Sêrtê ve hatîye daxuyandin de hat diyarkirin: “Di wesayîta ku lêgerînê hat sekinandin de 4 hezar û 200 berikên keleşkofê, 10 berikên antî tankê yên roketavêja RPG-7an, 28 mihîmata antî-personela roketavêja RPG-7an, 40 muhîmata sewqê ya roketavêja RPG-7an hatine bidestxistin.”
Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin muhîmata ku hatîye bidestxistin hatin îmhakirin.(ÎLKHA)