PKK di van 2 salê dawî de li Agirîyê 77 zarok deranî serê çiya
Hat diyarkirin PKK di van 2 salê dawî de li Agirîyê 77 zarok deranî serê çiya.
Li gor agahîyên ku ji çavkanîyên fermî hatine bidestxistin bi qasî ku heta niha hatîye tespîtkirin PKK li Agirî heta niha 77 zarokan deranîye serê çiya ku 23 ji van qîz 54 jî law in.
Hat diyarkirin emrê zarokên ku ji teref PKKê hatine birin di navbera 15 û 20an de ye.
Hat hînbûn ji zarokên ku hatine revandin 7 ji wan ji PKKê revîyane û hatine malên xwe û zarokek jî di pevçûnan de mirîye.(ÎLKHA)