• DOLAR 32.511
  • EURO 34.583
  • ALTIN 2497.501
  • ...
PKKyîyan dapîra 85 salî dan ber guleyan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn pevçûn û qedexeyên derketina derve yên heremê digel mirinan pêla koçkirinê jî bi xwe re anî. Xelkê kurd piştî trajedîya 30 salî, hêvîdar bûbû ku ew ê êdî pevçûn û şer bi dawî bibin. Lê belê her roj trajedîyeke din derdikeve pêşîya xelkê kurd.

Çalên ku li kolanan tên vedan, barîkatên ku tên înşakirin, teqemenîyên ku tên înfîlakkirin, di pevçûnên ku diqewimin de mirina kesên siwîl girîngî û wehameta mijarê û xala dawî nîşan dide.Foto û vîdyoyên ku ji navçê hatine kişandin şerê Sûrî ya navxweyî tênî bîra mirov.

Digel van hemû tiştan her roj masûmîyet û mezlûmîyeteke din derdikeve pêşîya mirovan.Di televîzyonan de her tim xebera mirinekê an jî dîmenên kurdên ku cardin dibin pênaber tên hemberî temaşavanan.Ev dîmen kesên ku ji xwe re dibêjin ez însan in xemgîn dike.Lê belê daxwaza şer a  kesên ku lal û kor in jî berdewam dike.

Bûyera ku herî dawî qewimî serpêhatîya dapîra 85 salî ya ku di navbera mirin û jiyanê de diçû dihat tîne ziman.Makbule Ermîşa 85 salî ya ku li navçeya Sûra Amedê dijî ji bona lawê xwe yê ku ji xurbetê hatibû bibîne dema ku ji malê derdikeve bi berikên PKKyîyan ji linge xwe birîndar dibe.

Makbule Ermîş destnîşan kir kesên PKKyî dîtin ku ew bi kopala xwe birêve diçe, lê dîsa kesên PKKyî berê çekan dane li ser wê û berik berdane. Ermîş  her wiha diyar kir ew ji bo dîtina lawê xwe yê ku  ji xurbetê  hatibû ji mala xwe derdikeve, dema ku ew digihêje devê Camîya Kurşunluyê kesên PKKyî berik berdane wê û wê birîndar kirine.

Ermîş, piştî ku birîndar bûye axavtina xwe ya di navbera wê û PKKyîyan de hewl da bi zazakî bîne ziman.

“Gelo ez neyarê we me? Ez diçûm  lawê xwe bibînim,wê çima li min xist?”

Dapîra Makbule destnîşan kir  ji ber ku li navçê derketina derve qedexe ye lawê wî yê ku ji xurbetê hatîye nikaribû wê ziyaret bike, ji ber vê yekê ew jî hewl daye ji bona ku cara dawî lawê xwe  karibe bibîne ji mala xwe derketîye û axavtina xwe wiha domand: “ Ez li  taxa Dabanogluyê rûdinim. Mala ku ez lê rûdinim ya weqfê ye.Lawê min ji xurbetê, ji Enqerê hatibû.Ew nikaribû were min ziyaret bike.Ji ber vê yekê min jî ji xwe re got hey ew nikare were qet nebe ez biçim serdana wî.Bi vê armancê ez ji mala xwe derketim.Hêj zêde çênebûbû ku sileh teqîya û ez ketim erdê.PKKyîyên ku li sikakê bûn li min xistin ango berik berdan min.Ew kesên ku min birîndar kirin dûvre hatin cem min û ji min re gotin ku polêsan tê birîndar kiriye. Min jî ji wan re got derewan nebêjin, berika polêsan diyar e, tiştê ku min birîndar kiriye berika tifingê ye ango saçma ye, ev çeka we ye. Pişt re min ji wan re got we min birîndar kir. Xwedê Teala bela we bide we,we çawa li min xist, we çawa min xiste vî halî.Hey hûn ji min xerabtir bibin.Piştî ku min van gotinan ji PKKyî yan re got kesên PKKyî ji min re wiha gotin ‘Pîre nifira neke’.Min dîsa ji wan re got Xwedê Teala bela we bide,Xwedê  Teala we nehêle, ji we razî nebe.Qey ez dijminê we me?Ez ji xwe re diçûm cem lawê xwe, we çima li ser min de reşand? Piştî ku di navbera me de ev axavtin derbas bûn re min dît ku xwîn ji lingên min dihêrikin.Dema ku min xwîn dît ez tirsîyam û ez fikirîm ku ez ê bimrim. Peyde min li wan nihêrt û ji wan re got ku ji ber we taksî, dolmîş, naxebitin, hûn bûne sebeb ku hemû tişt were qedexekirin.Piştî van tiştan min lingê xwe nihêrt ku dilebitî.Wê demê ji Rebbê xwe re şikir kir.”

 “Pîre, dua bike ha!”

Dapîra Makbule diyarkir kesên ku wê birîndar kirine wê nasdikin û ew kes dema ku dibînin ew duayan dike tinazên xwe pê kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Kesên PKKyî li min zivirîn û ji min re gotin ‘pîre, dua bike ha!’ Ew jî zazakî fêm dikirin.Kesek ji wan got ku ‘ev dêya Hemo ye.’ Ê din jî heman tiştî got.Min jî ji wan re got dêya Hemo qey neyarê we bû ku we lê xist.Hemo ango Hemîd lawê min e, em digel hevdû dimînin.Lawê min astengdar e. Min her çi ji wan re got bê fedê bû.Dema ku ez birîndar bûm û li erdê gerkirîbûm, pîrekek batanîyek anî û li erdê raxist û got ku ‘wê deynin ser batanîyê. Pîrekek ji wan re got ku ‘hûn çima wê birîndar kir, ev pîrek yekê paqij û qenc e, ev bû çend sal ji ber ku pêyên wê diêşin nikare derê derve.’ Ew nav xwe de bi vî awayî diaxivîn. Ez jî di nav êş û elemê de dinalîm. Lingê min girê dabûn. Ji  min re gotin ‘Dengê xwe bilind neke, neke hawar’ min jî ji wan re got ku bila dengê min biçe Xwedê, pêxember û asîmanan.Bila heqê min ji we bistîne. Piştî min van tiştan got kesên PKKyî ji min re gotin ku ‘Nifiran neke.’ Min jî bênavbir nifir dikirin.Min digot bila Şêx Ebdulkdairê Geylanî pişta we bişkîne.We min xiste vî halî, ez ê niha çji bikim.Ji min re gotin ku ‘doktor heye.’Doktor, doktorê wan bû ha!Çûn û piştî demekê digel hemşîreyekê hatin.Çanteya wê jî di destê wê de bû. Hat cem min û ji min re got ‘Ez ê pansumana te bikim, dema ku qedexe rabû tu dikarî biçe nexweşxanê. Tu tişt nabe, netirse.’ Piştî van gotinan  çûn. Min dîsa ji wan re got Xwedê Teala we nehêle û bela we bide.Ji min re gotin ‘nifira neke, dema ku rê vebê elbet ew ê te bibin nexweşxanê.’ Min jî ji wan re got ku hûn ne misliman in.Heger hûn hinekî misliman bana pîreka wek min a di destê wê de kopal nedidan ber fîşekan û wê bîrandar nedikirin.”

 “We dev ji min berdabana ez mirîbana, dibe ku we jî bidin ber guleyan, dibe ku tiştek ji we jî bibe”

Dapîra Makbûle destnîşan kir piştî ku cîranên wê xeber dane qîz û lawê wê bi sed zehmetî jî be law û qîza wê hatine da ku wê bibin nexweşxanê û wiha pêde çû: “Pişt re qîz û lawê min hatin. Min got hûn çawa hatin, qedexe heye.Gelo hûn netirsîyan hin we bikûjin. Ji xwe dema ku  hatine cem min rêya wan birîne û ji wan pirsîne ‘ka hûn ê biçin kû derê’, ew jî gotine ‘dêya me birîndar bûye, em ê biçin balê’. Dema ku law û qîza min hatin cem min ez bi wan de xeyidîm.Min ji wan re got ez dikarim tenê li vê derê bimirim, hûn çima hatin vir.Ji min re gotin ku ‘cîran xeber dane me û em jî hatin.’ Min xistin nava ereboka destan. Min ji lawê xwe re got a niha ew ê tiştek bê serê we jî. Hûn çima hatin bila ez li vê derê bimrana.Hûn çima hatin.Ji min re gotin ‘daye em çawa dikarin te li vê derê bihêlin.’ Pişt re min heta Derîyê Qesrê anîn.”

Min ji zilaman re got hûn vegerin bila pîrek min bibin, qedexe heye, dibe ku li wê bireşînin. Bûk û qîza min, min birin.Dema ku em hatin jora Derîya Qesrê polêsan pêşîya me girtin û ji me re gotin ‘hûn vê pîrê dibin kû derê.Çûyîna nexweşxanê qedexe ye. Qey îro roja çûyîna nexweşxanê ye.’ Qîza min got ku ‘dêya min birîndar e, bi pompalîye berdane, heger ne birîndar bana em ê çima anîbana, em jî dizanin ku qedexe heye.’ Polêsan gotin ‘Ka batanîyê vekin bimeyzînin.’ Dema ku batanîyê vekirin xwîn diherikî, hemû çarşef û kinc bûbûn xwîn.Pişt re telefon kirin, erebeyek hat û min birin nexweşxanê.Piştî ku ez sê roja li nexweşxanê mam re ez çûm mala lawê xwe.”

 

“Hûn  bûn sebeb ku em têkevin vî halî, ev doz ne doza kurdîtîyê ye”

 Dapîra Makbûle destnîşan kir ew digel zar û zêç tevde perîşan bûne û bi dengekî kelegirî wiha dawî axavtina xwe anî: “Wallah em ê tevde bimirin, dinya ji kesî re namîne.Doza van ne doza kurdîtîyê ye, min ji wan re jî got.Hûn bûn sebeb ku em têkevin vî halî, ev ne doza kurdîtîyê ye. We malên me xera kir, şewitand û we millet perîşan kir.We millet ji malên wan derxist û hûn çûn di wan malan de bi cî bûn.Qet nebêjin em van dikin, em ê xelas bibin.Rehm û merhemata Rûsan jî heye lê belê ya we tune ye.We Camîya Kurşunluyê şewitand, kesên kafir  jî camîyê naxin vî halî.Ez çi bêjim, Xwedê Teala PKKyîyan islah bike.7 law û qîzeke min heye. Hemû jî Sûrê terk kirin.Tu cihê ku lê bimînin  tune ye.Halê me perîşan e.”(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir