Li Silopîyê di pevçûnan de eskerek jiyana xwe ji dest da
Li Silopîya Şernexê di operasyona ku li dijî PKKê hat kirin de êrîşa bi roket li eskeran hat kirin.Di êrîşê de eskerek jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li navçê ji bona çalên ku hatine vedan werin girtin û ji bona barîkat werin rakirin û her wiha ji bona teqemenîyên ku hatine bicîkirin werin îmhakirin operasyon hat lidarxistin.Di dema operasyonê de êrîşa bi roket li eskeran hat kirin.Di çêrîşa ku hat lidarxistin de eskerê bi navê Kenan Yildiz li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Li heremê operasyon berdewam dikin.(ÎLKHA)