Di derbarê Lijneya HDPê de lêpirsîna xweserîyê
Serdozgerîya Komarê yê Diyarbekirê di derheqê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş û hinek parlementerên HDPê yên ku qala xweserîyê kiribûn de lêpirsîn da destpêkirin.
Heftîya borî ji teref KCD(Kongreya Civata Demokrat) ve li Diyarbekirê Lijneya Giştî ya Derasayî hatibû lidarxistin û di vê kongrê de daxuyanîyên xweserîyê hatibûn kirin. Ji ber daxuyanîyên xweserîyê ji teref Serdozgertîya Komarê ya Diyarbekirê ve di derheqê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahaddîn Demîrtaş û parlementer Sirri Sureyya Onder û her wiha di derheqê Selma Irmak, Hatîp Dîcle, Kamuran Yuksek û Sebahat Tuncel de tehqîqet hat destpêkirin.
Serdozgerî fezlekaya ku di derheqê Selahaddîn Demîrtaş ,Sirri Sureyya Onder, Selma Irmak, Hatîp Dîcle, Kamuran Yuksek û Sebahat Tuncel de amede kiribû ji Wezîrtîya Adaletê re şand.(ÎLKHA)