• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Cizîr, Silopî û Sûrê de 13 PKK hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serkantiyê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li navçeyên Cizîr, Silopî û Sûrê di pevçûnên ku derketine de 13 PKKyî hatine kuştin û her wiha li Mutkana Bedlîsê operasyon hat lidarxistin. Di operasyonê de xeynî materyalan încîlek kurmancî jî hat bidestxistin.

Di daxuyaniyê de; li Cizîrê 6 (bi tevahî di operasyonan de  164 PKKyî hatiye kuştin), li Silopî 5 (di operasyonan de bi tevahî 16 PKKyî hatiye kuştin) û li navçeya Sûra Amedê ji 2 ( bi tevahî di operasyonan de 41 PKKyî hatiye kuştin) PKKyî hatiye kuştin.

Her wiha hat ragihandin ku li navçeya Silopî  17 teqemenî hatiye îmha kirin, 3 berîqet hatiye rakirin, li navçeya Sûrê 2 teqemenî hatiye îmha kirin û 4 berîqet jî hatiye rakirin.

Di domahiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li navçeya Erûha Sêrtê  lêgerîn hat kirin. Di lêgerînê de din av wesayîtekê de 10 roket, 28 cebilxaneyê roketan, 40 berikên rokete û 4 hezar û 200 berikên keleşê hat bidestxistin.

Di penageha PKKyîyan de Încîlek kurmancî hat bidestxistin

Li navçeya Mutkana Bedlîsê de li PKKyîyan operasyon hat kirin. di encama operasyonê de penagehek PKKyîyan hat dîtin. Di penagehê de încîlek kurmancî, 80 tûpên mezin, narincokek, 480 pîl, 4 ocax, 250 lt mazot, 150 m xortum, 100 m çadir, 50 torbe şekir, 58 torbe ard, 10 torbe savar, 50 kg fasûlî, 50 kg nîsk, 10 torbe kartol, 29 betanîye, 15 cot pêlav, 15 bedl libas, gelek kilîm, mînder û gelek melzemeyên tibî hat bi destxistin. (ÎLKHA)

 

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir