• DOLAR 32.595
  • EURO 34.86
  • ALTIN 2507.88
  • ...
Di zanîngehan de çima xwendevanên dîndar û bernameyên îslamî di hedefê de ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di zanîngehan de êrîş, zextên ku bêtirs li xwendevanên dîndar tên kirin roj bi roj zêde dibin. Herî dawî hêj bûyera ku li ODTUyê qewimî bû di rojevê de ye yek ji wan jî Bernameya Mewlîdê ya di Zanîngeha Artukluya Mêrdînê ji teref rektortiyê ve hat astengkirin. Ev yek pirsa ‘Gelo çima xwendevanên dîndar di hedefê de ne’ anî rojevê.

Li Tirkîyê di zanîngehên cuda de ji aliyekî ve li xwendevnên dîndar û mitedeyîn zext tên kirin ji aliyekî din ve jî bernameyên îslamê tên astengkirin.  

Çawa ku tê zanîn  şeva girêdayiyê 22yê berfanbarê ya 21ê berfanbarê Qendîla Mewlîdê bû. Ji ber vê yekê li her derê Tirkîyê di derbarê qendîlê de bername hatin lidarxistin. Ji bo ku ‘Wîladeta Pîroz’ were pîrozkirin û girîngiya peyama vê rojê were derkkirin li hinek zanîngehan  di derbarê vê yekê de bername û panelên cûr bi cûr  hatin sazkirin.  Bernemek wiha jî Cıvata Xwendevanên Faqulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Artukluya Mêrdînê xwestin ku saz bikin. Lê bernameya bi navê ‘Rehberê xelasî û azadiyê Hz Muhammed’ ji teref rêvebirên zanîngehê ve hat astengkirin.

Rêvebirên zanîngehê ji bo vê bernameyê destûr dan. Lê dûvre dema ku hat zanîn Miftiya Teqewid Mehmet Goktaş wek gotarvan beşdarê bernamê dibe bername ji teref rêvebirên zanîngehê ve hat astengkirin. Hâlbûkî di dewra rêvebirê berê ya zanîngehê de Mehmet Goktaş wek gotarvan beşdarê 3 bernameyan bûbû. Ev yek ji teref xwendevanan ve nehat fêmkirin. Her wiha ji teref xwendevanan ve hat diyar kirin ku di Zanîngeha Artukluya Mêrdînê de xwendevanên cuda bernameyên cûr bi cûr saz dikin û her wiha bernameyên ku di derbarê ‘Newroz’ê de tên sazkirin Rektor Ahmet Agirakça beşdarê van bernameyan dibe û govend dike. Xwendevanan diyar kirin wan jî xwestin ku bernameyek Mewlîdê lidar bixin lê ev yek ji teref rêvebirên zanîngehê ve hat betal kirin.

Hat ragihandin ku rektor, xwendevanan bi gotina ‘Heke hûn bernamê lidar bixin ez dê bang li polêsan bikim’ tehdît kiriye û her wiha hema hema her heftê di derbarê PKKê de meş û bername tên lidarxistin lê rektor ji vê yekê re dengê xwe dernaxe. Ev asteng bû sedema xemgînbûna gelê Mêrdînê.

Lêbelê di hinek zanîngehan de xwendevan bi şiklekî eşkere faaliyetên xwe birêve dibin. Lê rêvebirên hinek zanîngehan xwe li vê yekê naxin xweyî. Mînak di Zanîngeha Dîcleyê de ji aliyekî ve fealiyetên Îslamî tên astengkirin ji aliyekî din ve jî xwendevanên ku nêzê PKKê ne li Faqulteyên Perwerdehî, Avahîsazî û Fenê ji bo PKKyîyan serxweşî datinin, flama û posteran vedikin. Ev yek di çapemeniyê de jî cî girtibû. Her wiha tê zanîn ku heman kom di dîrokên cuda de di bûyeran de hinek faqulteyan texrîb kirine.

Ji van komên nefermî re rêvebirên zanîngehan tu astengî dernaxin. Lê ji bernameya Wîladeta Pîroz, şanoya Eshabê Uhdût, konferansa Fetha Amedê, zilmên ku li Misr û Sûrî diqewimin û bernameya Bedîuzeman Se’îdê Nûrsî re astengî derdixin.

Di zanîngehan de çima xwendevanên dîndar û bernameyên îslamî di hedefe de ne

Di zanîngehên Tirkîyê de ji berê ve komen çepgir piştgirî ji teref rêvebirên hinek zanîngehan ve saziyên îlm û zanistê dixin wek navenda tûndî û zextan. Ev yek ji teref herkesê ve tê zanîn.

Komên çepgir, ji xeynî xwe cî nadin tu fikr û ramanan. Ev îdeolojî di zanîngehan de  tûndî û zextên xwe li ser xwendekarên dîndar zêde kirine. Ev yek jî dide nîşan ku dijmintiya ji îslamê re di zanîngehan de zêde bûye.

Ev komên çepgir di zanîngehan de çawa dixwazin bername lidar dixin û her wiha di mijarek herî piçûk de jî rageşî derdixin. Ev rewş ji ber ku ji teref rêvebirên zanîngehan ve nayê astengkirin bala merov dikêşe.

Ji berê ve zêhniyeta sekuler bûye hakimê rêvebiriya zanîngehan. Ev zêhniyet  jî bû sedema zêdebûna rêxistinên çep, liberal û demokrat. Her wiha ev yek bû sedema  xirab bûna avahî û saziyên îlm û zanistî.

Em ji bîr nekin ku ji aliyê zanistî û îlmê ve em Ewrûpayê dişopînin û em di warê teknolojî û zanistî de wek Ewrûpayê pêş neketine. Tu kes di vî welatê de vê yekê napirs e.

Bê guman pirsgirêk tenê bi zanîngehan re sînordar nîne. Di Tirkîyê de pergala perwerdehiyê bi gelemperî di bin bandora îdeolojiyê de ye. Ji xwe pergala perweredehiyê di zanîngeh û dibistanan de xirab e. Ji ber vê yekê ev yek raya giştî pir diqilqilîne. (ÎLKHA)

 

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir