• DOLAR 32.346
  • EURO 35.132
  • ALTIN 2306.494
  • ...
Qeymeqamtî ji bona çal û kortan bigirin karkeran girt
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çendakî barîkatên ku ji teref PKKê ve hatibûn înşakirin û çalên ku hatibûn kolan hatibûn girtin û xerakirin.Derket holê piştî operasyonên ku li navçê hatin kirin re ji bona çal werin girtin û ji bona barîkat werin rakirin şaredarîya DBPyî karkeran ji bona girtin û rakirina barîkat û çalan neşandîye û ji ber vê yekê jî ji teref qeymeqamîtîyê ve ji bona girtin û rakirina çal û barîkatan ji derveyî navçê karker û mekîne hatine anîn.

Rayedarên qeymeqamtîyê di derbarê mijarê de destnîşan kirin  ji bona girtin û rakirina barîkat û çalan ji teref şaredarîyê ve karker û mekine ji teref şaredarîya DBPyî ve nehatine şandin û ji ber vê yekê jî ji teref qeymeqamîtîyê ve ji bona girtin û rakirina çal û barîkatan ji derveyî navçê karker û mekîne hatine anîn.

Reyedarên qeymeqamtîyê her wiha destnîşan kirin ji bona barîkat werin rakirin û ji bona çal werin girtin ji teref qeymeqamtîyê ve nivîs ji şaredarîyê re hatîye şandin.Lê belê rayedarên şaredarîyê ji ber hinceta ewlehîyê destnîşan kirine ew nikarin barîkatan rakin û çalan jî dagirin.

Piştî operasyonên ku di 14 û15ê kanûnê li Dêrikê hatibûn kirin re ji bona barîkat werin rakirin û ji bona çal werin girtin ji teref qeymeqamtîyê ve karker û mekîne ji derveyî navçê  hatibûn anîn û di bin  tedbîrên ewlehîyê de barîkat hatibûn rakirin û çal jî hatibûn girtin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir