• DOLAR 32.331
  • EURO 35.068
  • ALTIN 2296.439
  • ...
Li ser qetlîama Roboskî çar sal derbas bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di encama bomberana ku ji teref balafirên şer li  gundên Bujeh û Roboskîya Qilebana Şernexê hat kirin de exlebeyê wan zarok  tevde 34 kesên siwîl jiyana xwe ji dest dabûn.Ji ser vê qetlîama ku li Roboskî hat kirin re 4 sal derbas bûn. Lê belê hê jî kesên berpirsîyarê vê qetlîamê nehatin aşkerekirin. Kesên ku mexdûr bûne di salvegara çaremîn a qetlîama Roboskî de bi bernameyên ku tên lidarxistin tên bibîranîn.

Malbatên kesên ku di qetlîamê de hatin kuştin tazmînata ku dewlet dabû wan red kirin û xwestin kesên berpirsîyar demildest werin aşkerekirin.Lê belê ev bû 4 sal ku hê jî kesên berpirsîyar nehatin diyarkirin û nehatin darizandin ku ev yek jî êş û kesera malbatan zêde dike.

Di sala 2011an de gundîyan wekî her neqil  ji bona debara malbatên xwe derbasî wî rexê sînorê bûbûn û di rêya vegerê de hatibûn qetilkirin. Li gor îddîayan, kesên ku ji wî rexê sînorê bi ber gundê xwe ve dihatin ji eskeran re hat gotin ku kesên ku tên PKKyî ne.Ji ber vê yekê balafirên şer bombe di ser gundîyên ku dihatin de berdan.Di bomberandina ku hat kirin de exlebeya wan zarokên 15-20 salî bûn ku tevde 34 kes jiyana xwe ji dest dan.Ji bomberanê têne gundîyek sax filitî bû.

Piştî qetlîama ku hat kirin re hikûmet demeke dirêj bêdeng ma û qet tu agahî neda ku ev yek jî bûbû sedema bertekan. Ji ber vê bêdengîya hikûmetê hat îddîakirin ku qetlîama ku hatîye kirin bi heqê wê nayê vêkolînkirin. Her wiha ji kesên mexdûr bi şiklekî fermî jî lêborîn nehat xwestin.Malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn tazminata ku dewletê da wan red kiribûn û xwestibûn ku kesên berpirsîyar berî kêlîkê werin peydekirin.Lê belê temamên bangawazî û xwestekên kesên berpirsîyar dernexistin holê.

Her weke ku tê zanîn piştî bûyerê di bunyeya Komîsyona Lêkolîna Mafên Însanan a TBMMê de Komîsyona Jêr a Qilebanê di derbarê qetlîama ku hatibû kirin de raporek amedekiribû û di raporê de hatibû destnîşankirin ku di warê bi zanabûn kirina qetlîamê de tu delîl nehatine peydekirin.Ev yek jî kesî tatmîn nekiribû û bûbû sedema zêdebûna bertekan.

 Her weke tê zanîn hikûmet piştî qetlîamê ji bûyerê re bêdeng ma, ji kesên mexdûr lêborîn nexwest û kesên berpirsîyar dernexist holê ku ev tewr û kiryarên hikûmetê bû sedem ku gundî têv xwe bavêjin hembêza PKKê.PKKê jî vê  yekê îstîsmar kir û di  her xwepêşana ku kir de van malbatan da pêş.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir