• DOLAR 32.607
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2426.09
  • ...
Ji ber pevçûnan gel wesayîtên xwe difroşe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Amedê ji ber ku şer didome di nav gel de pirsgirêkên cûr bi cûr derdikeve holê. Ev yek jî dibe sedema  lêgerînên rêyên din.

Ji ber pevçûnan gelê Amedê astengî dikêşe. Ji ber vê yekê xelkê astengdar mecbûr dimîne wesayîtên xwe difroşe.Esnafê Amedê diyar kirin ku êdî nikarin di nav bajêr de tu karek bikin. Ji ber vê yekê xwestin ku demildest ev pençûn were sekinandin.

Li Amedê kesê bi navê Cemîl Kosecan wesayîta xwe daye ber firotine. Kosecan wiha pêde çû: “Li Amedê hizûr û aramî nemaye. Jiyan sekiniye. Îro hûn ji kê/kî bipirsin ji halê xwe neraziye. Ji bo ku ez ji vir biçim min wesayîta xwe derxistiye ber firotanê. Êdî ne şev û ne roj em nikarin razên. Ewlehiya canê me tune. Hêj ku roj naçe ava am dikevin mal ve û deriyên xwe asê dikin. Li bajêr esnaf nikarin tu karî bikin. Hinek kes ji ber tengasiyên xwe wesayîtên xwe difroşin. Piştî firotina wesayîtên xwe dixwazin ku ji vir herin. Ji ber vê yekê em pir xemgînin.”

Ji nişteciyan Haci Halît Ozbek jî destnîşan kir ji ber bûyeran,  berê dikana xwe firotiye niha jî ereba xwe derxistiye ber firotinê. Ozbek dûvre axavtina xwe wiha domand: “Ji ber bûyeran em pir mexdûr bûne. Ji ber vê yekê ez ereba xwe difroşim. Me dikanên xwe asê kirin. Êdî em dê malên xwe jî bifroşin. Malê me nema. Sedema van bûyeran çiye? Canekî me heye dixwazin ku  vî jî ji me bistînin. Ez bang li hemû rêvebiran dikim; bila ev şer demildest were sekinandin.” (ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir