• DOLAR 32.374
  • EURO 35.033
  • ALTIN 2326.03
  • ...
Ciwanê ku bi motorsikletê ve li dîreka ceyranê ket mir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serkan Ozdemirê 19 salî li Entabê ji ber ku hakimyeta direksiyona xwe winda kir li dîreka ceyranê qelibî. Di encama qelibînê de ciwan jiyana xwe ji dest da.

Gor agahiyên hatiye bidest xistin bûyer li Taxa Selîmîyeyê navenda Şehîtkamîlê qewimî. Ajovanê motorsikleta ku pleqeya wê 27 J 8445 e Serkan Ozdemîr (19), hakimyeta direksiyona xwe winda kir. Dûvre li dîreka ceyranê ya di rexê rê de bû ket.

Li ser xeberdana kesên hawîrdor ekîbên tendirustiyê hat ciyê bûyerê. Piştî lêkolîna ekîbên tendirustiyê hat ragihandin ku Ozdemîr jiyana xwe ji dest daye.

Piştî lêkolînê termê Ozdemîr ji bo otopsiyê rakirin Mirîxaneya Saziya Edlî Tibê ya Entabê.

Di derbarê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir