• DOLAR 32.372
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2325.574
  • ...
Li Sûrê pêşgiriyê ewlehiyê hat zêdekirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sûra Amedê 25 roje ku qeexeya derketina derve didome. Her wiha hat ragihandin ku ji navçeyê dengê çekan qet kêm nabe.

 Li navçeya Sûra Amedê di 6 tax, cadeyek û Qada Şêx Se’îd de 25 roje ku qedexeya derketina derve didome. Her wiha operasyonên hevpar ên ku ji teref polês û eskeran ve tên lidarxistin jî didomin.

Ji bo ku êrîş li polêsên di noqteyên kontrolê de sekinandîne neyê kirin xetek berîqetê ya duyem hat sazkirin.  

Di noqteyên kontrole de mewzî ji torban hatiye sazkirin. Her wiha hat dîtin ku di van noqteyan de gelek polês û wesayîtên bi zirx hatine wezîfedarkirin. Xelkê ku dixwazin têkevin navçeyê ji teref polêsan ve li wan lêgerîn tê kirin dûvre xelk derbas dibe. Ji xeynî vê yekê polês destûr nadin ku wesayît têkevin navçeyê.

Di navçeyê de ceyran û şebekeyên avê, gelek mal û hinek avahiyên dîrokî ji ber şeran zirar dîtine. Li taxên ku qedexe tune gel koç dike. (îlkha)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir