Li Cizîr, Silopî û Sûrê 21 PKKyî hatin kuştin
Hat ragihandin li navçeya Sûr Amedê û li navçeyên Silopî û Cizîra Şernexê di pevçûnên ku derketine de tevde 21 PKKyî hatine kuştin.
Hat ragihandin li navçeya Sûr Amedê û li navçeyên Silopî û Cizîra Şernexê di pevçûnên ku derketine de tevde 21 PKKyî hatine kuştin. Li gor daxuyanîya ku ji teref Sererkanîyê ve hatîye dayîn 24ê kanûnê li navçeyên Cizîr û Silopîya Şernexê û li navçeya Sûra Amedê di pevçûnên ku derketine de tevde 21 PKKyî hatine kuştin.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de her wiha hat diyarkirin di operasyonên ku hatin kirin de li Silopîyê 6 teqemenî hatine îmhakirin, 5 tifingê nêçîrê hatine bidestxistin, di pevçûnên ku li Sûrê derketine de jî 2 çawîşên pîspor birîndar bûne û teqemenîyek jî hatîye îmhakirin.(ÎLKHA)