Li Diyarbekirê êrîşa bi roket li qeroqola polêsan hat kirin
Li navçeya Baglara Diyarbekirê kesên PKKyî êrîşa bi roket birin li ser qeroqola polêsan, piştî êrîşê di navbera polês û PKKyîyan de şer derket.
Duh êvarî di derdora seat 01.00an de li Baglara Amedê kesên PKKyî êrîşa bi roket birin li ser qeroqola polêsan.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer li Cadeya Cemîlogluya Baglarê di derdora seat 01.00an de pêk hat.Kesên PKKyî yên ku rûyên wan nixûmandî bûn bi roketan êrîş birin li ser Qeroqola Polêsan a Baglarê. Di dema êrîşê de roket îsabetî wesayîtekê kir.Di êrîşê de birîndar û mirin çênebû.
Piştî êrîşê di navbera polês û kesên PKKyî de pevçûn derket.(ÎLKHA)