Heyeta HUDA PARê Midûrê AAyê yê ku qeza kiribû ziyaret kir
Heyetek ji Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê Midûrê Herema Diyarbekirê yê AAyê yê ku di qezayê de giran birîndar bûbû ziyaret kir.
Heyetek ji Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê Midûrê Herema Diyarbekirê yê AAyê Erdem Gultekînê ku di qezayê de giran birîndar bûbû li nexweşxanê ziyaret kir
Heyeta HUDA PARê Erdem Gultekîn li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ziyaret kir û jê re şifa teleb kir. Serokê Bajêr ê Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmuz Tanrikulu di derheqê qezaya ku pêk hat de ji Erdem Gultekîn agahî wergirt.
Tanrikulu û heyeta pê re piştî ku Erdem Gultekîn ziyaret kir re jê re şifa teleb kirin û ji nexweşxanê veqetîyan.(ÎLKHA)