• DOLAR 32.428
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2325.979
  • ...
STKyên Çewlîgê êrîşên ku li camîyan hatine kirin şermezar kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîyên civatî yên siwîl ên îslamî yên ku li Çewlîgê fealîyêtên xwe birêve dibin piştî nimêja îne hatin bal hev û êrîşên ku di demên dawî de li nirxên îslamê, medrese û camîyan tên kirin bi daxuyanîya çapemenîyê şermezar kirin.

Daxuyanîya çapemenîyê li  Dortyola ku li navendê bajêr e hat lidarxistin.Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Serokê Komeleya Wezîfedarên Dîn Rauf Savaç ve hat xwendin.

Savaç di destpêka ku daxuyanîya ku xwend de destnîşan kir hemû kes dizane ku qewm,reng, dîn ,ziman û hinceta terorê tune ye  û wiha pêde çû: “Teror rêyeke ku ji teref kesên ku tu gotina ku ew ê bibêjin tune ye vê tê şopandin.Armanca van êrîşên ku di demên dawî de tên kirin biratîya 80 milyon însanî ye.”

 “Rêxistina taşeron dijmintîya xwe ya li dijî bawerîya me derdixe xolê”

Savaş di berdewama daxuyanîyê de wiha ragihand: “Di van demên dawî de êrîş li wan mabed û îbadetxanêyên me yên ku ev bû 13 qern ku dengê azana şerîf ji wan qet nebûye tên kirin. Ev jî nîşan dide ku rêxistina taşeron dijmintîya xwe ya li dijî Qur’ana Kerîm û bawerî ya me derdixe holê.Ji teref van kesan ve li Diyarbekirê êrîş li Camîya Kurşunluyê hat kirin ku ev êrîşa ku li nirxên îslamê tên kirin qet nayên qebûlkirin.”

Savaş di berdewama  daxuyanîya ku xwend de destnîşan kir ku ew, êrîşan şermezar dikin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Di  herban de jî êrîş li mekanên dîrokî û pîroz nayên kirin.Encax di dorhêla alozî û şer a li heremê ev exlaq nîne.Em ê hemû digel hevdû ji pêşerojekî ronahî re bimeşin.Ew ê biratî bi ser kevî û ew ê kesên ku bawer dikin muzaffer bibin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir