• DOLAR 32.596
  • EURO 34.817
  • ALTIN 2507.666
  • ...
 Welî, ji Demîrtaş re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Amedê weliyek diyar kir ku zarî wî heftiyek e nikare biçe dibistanê. Ji ber vê yekê bertek ji helwesta Demîrtaş a di derbarê bûyerên ku diqewime de nîşan da û her wiha ji ber ku PKK dibistanan dişewitîne jî rexne kir. Welî diyar kir ku xelkê kurd vê yekê heq nake.

Weliya bi navê M.O, destnîşan kir ku di salên borî de ji ber ku PKKyî bû hatibû darizandin û 3 sal di girtîgehê de mabû. Welî diyar kir heftiyek e ku zarî wî nikare biçe dibistanê. Ji ber vê yekê him ji Demîrtaş him jî ji PKKê re bertek nîşan da.

M.O, destnîşan kir berê ji teref dewletê ve gelek kes hatin qetil kirin înfazên bêdarizandin hatin kirin. Ev yek bûbû sedema kaosê. Niha jî ev yek di encama çalakiyên PKKê de pêk tê. Her wiha welî destnîşan kir ku polîtîqaya xendekê bi tu wechê nayê qebûl kirin.

M.O, bi taybet  ji Selahattîn Demîrtaş û Pervîn Buldan re bertek nîşan da. Dûvre wiha pêde çû: “ Zarokê wan li Ewrûpayê di dibistanên taybet de dixwînin. Ew jî li vir ji xwendina zarî min re dibin asteng û nahêlin ku zarî min bixwîn e. Vê yekê Demîrtaş wek sîyaseta xendeqê diparêze. Em qethiyen vê yekê qebûl nakin.”

Her wiha M.O, diyar kir ku PKK û HDP 80 parlementer şandin meclîsê. Lê siyaseta ku ew dişopînin li herêm  bû sedema rageşiyê. M.O, wiha axavtina xwe domand: “ Sedema van pevçûnan mafên ku tên daxwazkirin nînin. Berevajî mêtingehkariya navneteweyî ye. Ew dixawazin ku şerê li Sûrî bikêşin nav herêma me. Ji vê yekê jî kesên ku herî zêde mexdûr dibin gelê me yê belengaz e. Mefên zarokên me yên perwerdehiyê ji wan distînin. Bi xendeq, berîqat, şewitandina dibistanê ve hewl didin ku mafên me ji me bistînin. PKK, hewl dide ku salên 90an dûbare bîne holê.”

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir