Li Tarsûsê çekê lûle dirêj hat bidestxistin
Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê li dijî PKKê operasyon hatin lidarxistin, di operasyonên ku hatin lidarxistin de 4 PKKyî hatin binçavkirin û keleşkofek hat bidestxistin.
Li navçeya Tarsûsa Mêrsînê ji ber bûyerên ku di demên dawî de rû dane li gelek navnîşan de di heman demê de operasyon hatin kirin. Di operasyonên ku di heman demê de hatin kirin de keleşkofek, carcûreke keleşkofê, 20 berik, tifingeke nêçîrê, 206 berikên tifingê û dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Her wiha di operasyonan de 4 kes jî hatin binçavkirin.(ÎLKHA)