• DOLAR 32.514
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2436.394
  • ...
HUDA PAR malbatên husumetdar li hev anî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komîsyona Lihevanînê ya Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê malbatên Peçenek û Salur ên ku berî niha ji ber sedemekî husumetdar bûn li hev anî.

Li hev anîn li avahîya HUDA PARê pêk hat.

 “ Me ji xwe re xistîye armanc da ku em pêşîya husumetên ku ji adetên cahilî pêk hatine bigirin”

Serokê Komîsyona Lihevanînê ya Serokatîya Bajêr ya HUDA PARê  destnîşan kir malbatên hisûmetdar bi şertên munaqeşe nekirin, dawî anîna husumetê û ji hevdû gazin nekirinê dest danîne li ser Qur’ana Kerîm.

Dogan di berdewama axavtina xwe di derbarê mijarê de wiha axivî: “Em hewl didin da ku di nava civaka me de ev husumetên cahilî bi dawî bibin da ku xelkê me zirarê nebîne.Hemd ji Xwedê Teala re ku me du malbatên din ên husumetdar li hev anî.Em dixwazin pend û tewsîyaninan li temamên birayên xwe bikin. Bila tu kes karên ku ew ê jê poşmam bibin bila nekin.Divê em biya nefsa xwe nekin. Em hewl bidin da ku di nava sînorên biratîyê de bijîn.”

“Divê em ji wan karen ku tê de rizaya Xwedê tune ye dûr bin”

Ev cûr husumetên bi vî awayî dibin sedem ku mirov ji îslamê dûr bibin û temînata ewlehîyê û hizûrê li vê heyatê Qur’an û Sunnet e û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dema ku dustûr û şîarên mîna van ji heyata me derkevin ew ê wê deme di nava me de hisûmet zêde bibin, hizûr xera bibe û ewlehîya can û mala xelkê têkeve xeterê. Heger em li dûv Qur’an û Sunnetê herin ew ê wê demê hizûr û aramî, xweşî û şahî bê nava vê civakê.Di vê çarçovê de her  gavên ku  em ê bavêjin divê ji bona riza Xwedê bin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir