Di derbarê 3 PKKyîyên ku li Diyarbekirê hatin kuştin de daxuyanî
Walîtîya Diyarbekirê di derbarê 3 PKKyîyên ku duh li navçeya Yenîşehîrê hatin kuştin de daxuyanîyek da.
Walîtîya Diyarbekirê di derbarê 3 PKKyîyên ku duh li derdora Benûsena Semta Şehîdlîka navçeya Yenîşehîrê hatin kuştin de daxuyanîyek da.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin polês ji 6 kesane şiphedar bûne û xwestine ku wan kontrol bikin.Dema ku polês dikin wan kontrol bikin yek ji van 6 kesan li ser polêsan de guleyan berdide û di navbera wan û polêsan de pevçûn derdikeve.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin di pevçûna ku derket de 3 PKKyî hatine kuştin û wiha pêde hat çûyîn: “Di encama lêgerîna şexsan de 3 damençe, bombeyeke desta, 4 carcûrên tijê hatine girtin.”
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin her 3 kesên din bi wesayîtê revîyane û ev kes jî li Bulvara Medîneya Baglarê hatine girtin.
Di derbarê bûyerê de tehqîqeta edlî hêj berdewam dike.(ÎLKHA)