• DOLAR 32.494
  • EURO 34.987
  • ALTIN 2433.14
  • ...
Berika hewanê ket navenda navçeya Cizîrê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev roja 9emîn e ku li navçeya Cizîrê şer didomin. Hat ragihandin ku şer bi şiklekî tûndî didomin û li taxên Yafes, Sûr, Cûdî û Nûrê teqemeniyên ku diteqin ji ber ku pir bi tund in dengê teqemenîyan  ji her derê navçeyê tên bihîstîn.

Duh berika hewanê ketibû Taxa Kaleya ku şer tune ye. Îro jî berikek hewanê ket navenda navçeyê. Hat ragihandin ku ev berik neteqîye. Hêj jî nayê zanîn gelo ev berika hewanê ji teref kî ve hatiye avêtin.

Definkirina terman tê astengkirin

Tê zanîn ku PKK bi zorê dikeve nava malên gel û nahêle ku gel navçeyê terk bike. Her wiha hat diyarkirin  PKK nahêle ku termên li erdê mane werin definkirin.

Herî dawî hat ragihandin PKK nahêle ku termên ku li erdê mane werin definkirin. Di daxuyaniya dawî ya ku ji teref fermandariyê ve hat daxuyandin de hat diyarkirin ku li Cizîrê 103 PKKyî hatine kuştin, 6 bombe hatine îmhakirin û 4 çekên nêçîrê û gelek berik hatine bidestxistin.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir