• DOLAR 32.383
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2326.314
  • ...
Qiyama Şêx Se'îd dibe fîlm
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Fîlmsazîya ciwan ê Tetwanî Sedat Yetkîn,  senaryoya Qiyama Şêx Se’îd ê ku ji 120 deqîqeyan pêk tê qedand.

Yetkîn, diyar kir ji bo ku bibe lîstikvan ji mala xwe revîyaye û çûye Îzmîrê. Ji wir jî çû Stenbolê. Ji bo ku zanîngehê qezenc bike pir xebitî. Di encama xebata xwe de beşa avahîsaziyê qezenc kir. Lê Yetkîn di pola 4emîn de dev ji beşê berda.

 Yetkîn ji ber ku beşa fîlmsaziyê hez dikir qet dev ji beşê berneda û hertim di derbarê vê warê de xebitî. Yetkîn destnîşan kir ku di derheqê fîlmsazîyê de xelat sitandiye. Yetkîn rojek dema ku li kolanê dimeşe dibîne ku malbatek Sûrî li ber şîpanekê runiştiye. Ji ber vê yekê sirgûn û zordestiya ku ji destpêka komarê heta îro hatiye dîtin li ber çavê wî geş bû. Dûvre Yetkîn  biryar da ku Qiyama Şêx Se’îd wek film saz bike.

Yetkîn, di encama vê endîşeyê de senaryoya bi navê ‘Qiyama Şêx Se’îd’ saz kiriye . Niha ji bo weşana fîlmê benda alîkariya Wezareta Çandiyê ye. (ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir