Yewnanîstan Filîstînê nas kir
Parlementoya Yerwnanîstanê, Filîstînê wek dewlet nas kir.
Parlementoya Yewnanîstanê pêşnûmaya kutê de Filîstin wek dewlet dihat qebûl kirin tesdîq kir.
Meclîsa Yewnanîstanê îro di niştina ku Serokê Dewleta Filîstinê Mahmud Abbas jî tevlî bûbû de ji bona Filîstînê ku wek dewlet were qebûlkirin deng avêt.Di encama dengavêtinê de Filîstîn wek dewlet hat naskirin.
Hat diyarkirin dengdayîna ku hatîye kirin sembolîk e, ew ê naskirina esil ji teref hikûmetê ve bê kirin.
Di komisyona Têkilîyên Derve ya Meclîsa Yewnanîstanê de pêşnûmayeke ku naskirina Filîstînê di nav xwe de dihewand hatibû qebûlkirin ku ev pêşnûma îro di meclîsê de hat tesdîqkirin.(ÎLKHA)