• DOLAR 32.51
  • EURO 34.832
  • ALTIN 2491.2
  • ...
Ji evîndarên Pêxember peyama Qendîla Mewlîdê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 


Îşev, Qendîla Mewlîdê ye. Ji mehên qemerî di 11-12ê meha rebî'ul evvelê her sal ji teref mislimanan ve wek Qendîla Mewlîdê tê pîroz kirin. Ji ber vê yekê Platforma Evîndarên Pêxember di derbarê vê yekê de şîret li gel kir û diyar kir pêwîst e ku misliman di rêya Pêxemberê Îslamê de bimeşin.

Di derbarê mijarê de Berdevkê Serdemê ya Platforma Evîndarên Pêxember Mela Beşîr Şîmşek destnîşan kir ji bo ku misliman ji tefrîqe û bindestiyê xelas bibin pêwîst e ku di rêya Pêxemberê Îslamê de bimeşin û di nebeyna xwe de biratiyê saz bikin.

Şîmşek, ayeta pîroz wiha bibîr anî: “Ji we re pêxemberek wisa hatiye ku xemgînbûna we jê re giran tê. Ew li ser we dimire. Di  hemberê mislimanan de pir birehm û mîhrîban e.” Dûvre Şîmşek wiha pêde çû: “Ji bo ku her derê cîhanê bibe şahî û ji bo ku her bajar bibe warê ewlehiyê pêwîst e ku ew wesfê ‘Muhemmedu’l Emîn’ ê wî kesyeta pîroz her wext wek mînak were hilgirtin. Mînaktiya wî tenê bi şikl û şemalê nîne. Sunnet tenê ew yek nîne ku mirov bedena xwe bipêçe. Pêwîst e ku em bi sunnetê, xwe ji gûneh û neqenciyan biparêzin.”

“Qelbên ku reş bûne mihtacê rehbertiya Pêxemberê me ne”

Şîmşek diyar kir di her helwestê Pêxemberê me de hikmet heye. Dûvre wiha pêde çû: “Ew ji bo me ji her alî ve mînak e. Wek bav, hevser, mamoste û rêvebir minak e. Pêxemberê me (rxl) cûdahî naxe  naveyna tu irq, rerng, emr û zayendê. Qelbên ku reş bûne mihtacê rehbertiya Pêxemberê me ne.”

“ Rêya xelasiyê ji saz kirina biratiyê derbas dibe”

Şîmşek di donahiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo ku misliman ji tefrîqê derkevin û bibin xwedî ‘îzzet pêwîst e ku ji dil û can di rêya Nebî de bimeşin û biratiya îslamê saz bikin.

Şîmşek wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Heta ku rehberê dînê îslamê bi her şiklê wek mînak neyê girtin mirovahî dê hertim bin zilm û zordestiyê de bibe. Em hevêdar in ku ev Qendîla Mewlîdê bibe wesîla aşitî û biratiyê. Mewlîda mislimanan mibarek bibe.” (ÎLKHA)

 







Bu haberler de ilginizi çekebilir