Li Stenbolê pevçûn: 2 mirî
Li Gazîosmanpaşaya Stenbolê ji teref ekîbên mucadeleya bi terorê ve operasyon hat lidarxistin, di operasyonên ku hatin lidarxistin de pevçûn derket.Di pevçûnan de 2 kes hatin kuştin û 4 polês jî birîndar bûn.
Ji teref ekîbên Midûrtîya Şube ya Mucadeleya bi Terorê ya Midûrtîya Ewlehîyê ya Stenbolê ve li taxa Karadenîzê operasyon hat lidarxistin.Operasyon di derdora seat 02.30an de pêk hat. Di dema operasyonê de pevçûn derket.Pevçûn hazirê nîv seatê berdewam kir.Di encama pevçûnê de 2 pîrek hatin kuştin û 4 polês jî birîndar bûn.
Polêsên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê û rewşa wan niha baş e.
Hat hînbûn operasyon û pevçûn berdewam dikin.(ÎLKHA)