Hat îddîakirin cenînên ku di çopê de hatine dîtin ji teref nexweşxanê ve hatine avêtin
Hat îddîakirin 26 cenînên ku di çopê de hatine dîtin ji teref nexweşxanê ve hatine avêtin.
Serdozgerîya Komarê yê Edenê di derheqê 26 cenînên ku di çopgeha Sariçamê de hatine dîtin de lêpirsîn da destpêkirin. Di encama lêpirsînê de hat diyarkirin 26 cenîn ji teref nexweşxanê ve hatine avêtin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin 20ê kanûnê roja yekşemê di derdora seat 20.30an de şexsekî ku bi rê ve diçû li ser çopgeha Sofuluyê gelek mirîyên bebekan dît.
Ekîbên polêsan ji ber îxbara ku hat kirin di çopgehê 26 canîn dîtin.Cenînên li çopgehê birin Sazîya Tipa Edlî ya Edenê. Di encama tehqîqeta ku hat kirin de hat hînbûn ku li ser poşetan barkotên nexweşxanê hene û li ser barkotan jiberçûyî dihat nivîsandin.Piştî ku muamele xelasbûn re cenîna li goristanê spartin axê.(ÎLKHA)