• DOLAR 32.51
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2434.749
  • ...
Li Bidlîsê teqîn: Eskerek jiyana xwe ji dest da û 9 esker jî birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li mewqîya Çeltîklîya herêma Sehîya Bidlîsê ji teref eskeran ve operasyon hat lidarxistin, di dema operasyonê de 2 teqemenîyên ku berî niha hatibûn bicîkirin di dema derbasbûna ekseran de hatin teqandin.Di encama teqînê de eskerek jiyana xwe ji dest da û 9 esker jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer duh di derdora seat 16.30an de pêk hat. Eskerên ku di teqînê de birîndar bûbûn bi helîkopteran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bidlîsê.Hat diyarkirin rewşa eskerekî ku birîndar bûbû ne baş e.

Piştî bûyerê Walîyê Bidlîsê Ahmet Çinar hate nexweşxanê û ji rayedaran di derheqê eskeran de agahî stand.

Li heremê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 

 

 

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir