• DOLAR 32.39
  • EURO 35.081
  • ALTIN 2325.83
  • ...
Barzanî ji bona referanduma serxwebûnê  talîmat da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî civîna ku di Serokatîya Mesûd Barzanî hat kirin de ji rayedarên PDKê Aras Haso Mîrhan daxuyanîyek da. Mîrhan di daxuyanîya ku da de destnîşan kir Mesûd Barzanî ji bona amadehîyên referandûma serxwebûnê talîmat daye.

Li gor xebera Rûdawê Aras Haso Mîrhan piştî civînê destnîşan kir yek mijarê sereke yên civînê mijara serxwebûnê bû û Barzanî destnîşan kir da ku bi partîyên din re ji bona referandûmê hevdîtin pêk werin.

Mirhan destnîşan kir ew ê di wan rojên pêş de  di navbera wan û rayedarên YNKyê de civîneke girîng bê lidarxistin û wan partîyên din re jî di derbarê mijarê de  hevdîtin bên kirin.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir