• DOLAR 32.595
  • EURO 34.868
  • ALTIN 2505.191
  • ...
Hejmara 27emin a Kovara Kelhaamed derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kovara Kelhaameda ku di bergeha îslamî, çandî û hunerî de tê amade kirin sala xwe ya 7emîn li paş hêşt. Her wiha kovara ku sal bi sal xwe li pêş dixe û qadroya nivîskarên wê bi nivîsên dewlemend tên nasîn bi hejmara 27emîn ve ji xwendevanan re di bayiyên guzîde de ciyê xwe girt.

 Kelhaamed, bi nêrînek îslamî dinêre bûyeran û ji pirsgirêkan re pêşnîyaziya çereseriyê dike. Her wiha di hejmara xwe yê herî dawî de jî li serî mijarên germ disekine.

Kovara ku di qapaxa xwe de cî daye Mizgefta Kurşunluyê ya ku li Sûra Amedê hat şewitandin bi serenavê ‘Ey Miletê min! Xwe nede rexê zordestan!’ ve derdikeve hemberê xwendekaran.

Di hejmara 27emîn a Komara Kelhaamedê de mijarên helbest, edebiyata klasik, tesewûf, dîrok, helbest û çîrçîrokên nûjen hwd. û  mijarên rojeve hatiye nivîsîn.

Ji nivîskarên Kelhaamedê Abdussamed Hilmî bi sernameya “Reçeta Kurdan” û Mela Mizgîn jî bi sernameya “Ey Miletê min” ve bal dikişînin ser pirsgirêk û çareseriyan.

Di kovarê de Cewdet Kahraman bi sernameya ‘Awaza şehîdên 6-7ê cotmehê’ helbestek, Nûreddîn Geşkîn jî bi senameya ‘Rewşa Ummetê’ ve nivîsîne.

Lêkolîner û nivîskar Abdulqadîr Turan mijara bi navê Salih Begê Hênî a ku dihejmara bûrî de li pênûs xistibû dîsa didomîne. 



Bu haberler de ilginizi çekebilir