• DOLAR 32.516
  • EURO 34.571
  • ALTIN 2492.732
  • ...
BEST-DERa Bidlîsê ji dehan malbatê hewcedar re alîkarîya erzaqê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Komîsyona Alîkarîyê yê Komelê Çetîn Kaya di derbarê mijarê de destnîşan kir wan wek komelê di dumahîya sala 2015an de ji 50 malbatê hewcedar û jar re alîkarî kirine û wiha pêde çû: “Me berî niha malbatên hewcedar tesbît kiribûn û îro jî em van kolîyên erzaqan ji 50 malbatên jar û feqîr re belav dikin. Ev alîkarîya ku em dikin alîkarîya herî dawî ya 2015an e.Bi iznillah em ê di sala 2016an de jî alîkarîyên xwe  bidomînin.”

Kaya di dawîya axavtina xwe de wiha got: “ Li alema îslamê a niha pevçûn û şer hene. Nîştecihên wan dera ji wan dêran direvin û ten welatê me. Rewşa van însanan gelekî xirab e. Em dixwazin ji van birayên xwe yên penaber re alîkarîyê bikin. Lê belê derfetên me ne bes in.Ji ber vê yekê em ji kesên xêrxwaz , karsaz û ji dikandaran piştgirîyê teleb dikin.”(ÎLKHA)

 












 

Bu haberler de ilginizi çekebilir