• DOLAR 32.575
  • EURO 35.003
  • ALTIN 2427.253
  • ...
Dijmintîya PYD û PKKê bi Ala Kurdistanê re
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan li Rojavaya Kurdistanê PYD êrşî xelkê ku Ala Kurdistanê dabûn ser milên xwe kiribû ku ji vê kiryarê PYDÊ re bertekên tund hatibûn nîşandan. Ji vê kiryara PYDê re bertekên tund hêj berdewam dikin. Ji PYDê re bertekeke tund jî ji Endemê Meclîsê Serokatîya KDPê Elî Ewnî  hat. Ewnî di televizyona Rûdawê de di derbarê mijjarê de wiha axivî: “Kiryarên PYDê û her wiha yên niçik û hevbirên wî dibe sedema xerabûna asayîşa Rojavaya Kurdistanê.”

“Gelo çima rejîma Baasê bê destura we, radibe û dikare meşê li dar bixe?”

Ewnî di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ev al, sembola Kurdistanê ye û divê li hemberî vê alê hurmet were nîşandan û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Heger ew al ne ya wan be jî divê li dijî wê ranebin. Gelo çima rejîma Baasê bê destura we radibe û dikare meşê li dar bixe? Û çima hûn li dijî vê yekê nasekinin? Hûn çima van qedexeyan li ser Kurdistanîyan tetebîq dikin?”

“PYD û hevbirên wî PÇDK, PYD, YPG, HPG, PJAK, YPŞ li dijî Ala Kurdistanê weke Dewlet Bahçelî ne”

Ewnî kiryarên PYDê şibanda yên MHPê û wiha pêde çû: “Mixabin PYD û hevbirên wî yên bi navê PÇDK, PYD, YPG, HPG, PJAK, YPŞ li dijî Ala Kurdistanê weke Dewlet Bahçelîyê MHP û weke dewleta Îranê tevdigerin. Mixabin bi wan re ketina heman cebhê. Kiryarên PYD dide nîşan dan ew û Bahçelî di heman cebhê de ne ku ev yek jî eyb û şerm e.Temam me fêm kir ku Bahçelî li dijî me tevdigere, gelo tu çima li dijî me yî?”

PYD li Rojava bi zext û zordarîya çekan xwe bi xelkê dide qebûl kirin”

Ewnî di derheqê zext û zordarîyên ku li Rojava ji teref PYDê ve tên kirin de wiha ragihand: “ PYD li Rojava bi zext û zordarîya çekan xwe bi xelkê dide qebûl kirin û hejmera terefdarên kesên PYDyî li Rojavayê ne zêde ne.Lewra di dema merasîma Ala Kurdistanê û di merasîma şehîdan de hat dîtin ku exlebeya xelkê ne terefdarê PYDê ne. PYD û PKK li wê derê xwe xistîye rêyeke girtî û çewt. Ew li dijî Ala Kurdistanê radiwestin.”

Ewnî di derheqê îddîayên ku PDK mudaxeleyî Rojavayê dike de îddîayan  derewand û destnîşan kir wan bi tu wechî mudaxeleyî Rojavayê nekirine. Ew tenê li ser teleba endamên ENKSê bi terefdarên Barzanî re hatine bal hev.

Ewnî destnîşan kir tu sûdê PYDê ji Rojavayê re tune ye û wiha ragihand: “PYD ne bi Esed re ne jî bi muxalifan re tu hevpeymanî nekiriye.Dema ku şer xelas bû tu tişt wê di destên kurdan nemîne.”

Her weke tê zanîn di 17ê kanûna 2015an de meşa Ala Kurdistanê li  Girkê Legêya Rojavaya Kurdistanê  hatibû lidarxistin ku PYDyîyan êrîşî xelkê kiribûn. Di derbarê mijarê de Mesûd Barzanî daxuyanîyek dabû.Barzanî di daxuyanîya ku dabû de wiha ragihandibû: “Kiryara ku  ew komên ku îddîa dikin ku ew kurd in kirine kesên îşxalker jî nekirine.Ew ê ew kes rojekî poşmam bibin û ew ê şerm bikin.”

Her weke ku tê zanîn li Bakurê Kurdistanê jî di Newroza Dîyarbekirê û di merasîma cenazê yê Tahîr Elçî de kesên PKKyî êrîşî kesên ku Ala Kurdistanê hilgirtbûn kiribûn.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir