• DOLAR 32.572
  • EURO 34.938
  • ALTIN 2427.423
  • ...
 "Nasîna Xwedê Teala, ji fêmkirina peyama pêxemberî derbas dibe"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevke heyamê ya Platforma Evîndarên Pêxember Adnan Akgonul, diyar kir Îmtihana Sîyerê ya Wîladeta Pîroz dê îsal di 31ê kanûna paşîn a 2016an de were lidar xistin. Her wiha Akgonul diyar kir ku hejmara kesên ku serîlêdana îmtihanê kirine îsal ji par zehftir e.

Akgonul destnîşan kir îsal hêvîdar in ku nêzê 100 hezar kes beşdarê vê azmûnê bibin. Her wiha Akgonul, îfade kir ku ev îmtihan ji bo derk kirina peyama pêxember firset e.

Ji azmûnê re meh û nîv mayê. Digel vê yekê gor par serîlêdana îsal pirtir e. Akgonul wiha pêde çû: “Armanca ku me ji bo îsal ji xwe re xistibû hedef me bi dest xist. Par serîlêdana ji bo vî îmtihanê nêzê 40 hezar kesan bû. Ji roja ezmûnê re meh û nîv maye. Digel vê yekê em gihaştin wê jimara par. Em hêvîdarin ku îsal dê jimara serîlêdana ji bo ezmûnê bigihije 100 hezar kesan. Me dît ku gel ji vê azmûnê û girîngiya azmûnê haydar e.”

“Rêya nasîna Xwedê Teala ji fêm kirina peyama Pêxember derbas dibe”

Akgonul destnîşan kir kesên ku jiyana pêxember hîn dibin wî çêtir nas dikin. Dûvre Akgonul axavtina xwe wiha domand: “Rêya fêm kirina Qur’ana pîroz û nasîna Xwedê Teala ji nasîna pêxember û ji peyama wî derbas dibe. Di bergeha vê yekê de kesî ku jiyana wî bixwîne dê di jiyana wî kesê de guhertinek gelek mezin çêbibe. Kesî ku jiyana wî bixwîne dê baş bibîne ku bi pêxember re ketiye têkiliyê û her wekî ku di hizûra wî de ye.”

Akgonul destnîşan kir kesên ku jiyana pêxemberê hîn dibin wî çêtir nas dikin. Dûvre Akgonul axavtina xwe domand: “Hêj firsend nebûriye. Ji ezmûnê re hêj wext heye. Kesên ku serîlêdan nekirine dikarin  serîlêdana xwe bikin û pirtûka ku ji bo vê îmtihanê hatiye amade kirin dikarin bixwînin. Pêwîst e ku armanc sitandina xelatan  nebe. Bê guman sitandina xelatê tiştek xweş e lê li vir pêwîst e ku armanc xwendina jiyana pêxember û fêm kirina peyama wî bibe. Lazim e ku em wî ji xwe re mînak hildin. Ev azmûn, ji bo fêm kirin, nexş kirin û derk kirina jiyana Hebîbê Xweda firsetek mezin e.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir