• DOLAR 32.524
  • EURO 34.986
  • ALTIN 2433.577
  • ...
"Li cihên ku lê xendek û barîkat hene însan koç dikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Midûrê Navenda Lêkolînên Sîyasal ê Zanîngeha Dîcleyê Yrd. Doç. Dr. Huseyîn Şeyhanlioglu  di derbarê xendek û barîkatên ku ji teref PKKê ve tên kolan û danîn de destnîşan kir li cihên ku PKK xwerêvebirin îlankiriye însan koç dikin.

Şeyhanoglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir fikra xwerêvebirinê cara ewil di sala 1930î de derketîye holê lê belê ev fikir li tu derî cîh negirtîye.

Şeyhanlioglu di nirxandinên xwe de destnîşan kir xelkê Kurd piştgirî û destekê nade xendek  û barîkatên PKKê û li cihên ku ji teref PKKê ve xendek tên kolan û barîkat tên danîn însan koç dikin.

 “Tu rêveberî ji xerakirina vê dîrokê re ne hincet e”

Şeyhanlioglu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir dîrok bi tu hincetî nikare were şewitandin û axavtina xwe wiha domand: “A niha hemû kes rewşa kolanan baş dizane.Cihên dîrokî yên Diyarbekirê û rewşa Farqînê aşkere ye.Tu îdare û xwerêvebirin ji vê xerakirina dîrokê re nabe hincet.Ew xwerêvebirina ku maf û heqê însanan , azadî û hurrîyeta însanan qut dike ne tiştekî rast e.”

“Ev tişt xelet û bi zarar in”

Şeyhanlioglu di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir li Sûrê kolana xendekan û danîna barîkatan tiştekî xelet e û wiha dawî li axavtina xwe anî: “A niha li Sûrê operasyon berdewam dikin.Kesên PKKyî li navçê bi rêxistî bûne.Ev ne zagonî ye û exlaqîyê jî.Ev rêxistinên bi vî awayî xelet û bi zirar in.Xelkê ji sedî 10.75 deng da HDPê.Divê siyaseta xwe li meclîsê bike , bila bibe îqtîdar an jî bibe şirîkê îqtîdarê û tevlî amedekirina mekaqanûnê bibe. Ev tişt rasttir e .”(ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir