Li Îdirê operasyon li enbara zexîreyê ya PKKê hat kirin
Li Îdirê operasyon li şikefta ku erzaqên PKKê tê de bûn hat kirin. Hat ragihandin ku di operasyonê de gelek xurek û hacetên tibê hatiye bidest xistin.
Di derbarê vî warî de ji teref Serfermandariyê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîyê de erzaqên ku di encama operasyonê de hatine bidestxistin wiha hatin bi rêz kirin:
“45 tûp, 15 bedlên eskerî ya qamûflajê, 10 bedl kincên rêxistinê, konek daxistî, 100 lt rûn, 190 kg fasûlî, 420 kg birinc, 200 kg xwê, tonek û 150 kg ard, 60 kg çay, 40 kg zeytîn, 40 kg nîsk, 45 kg çênc, 200 kg savar, 10 kg dims, 10 kg tehîn, 480 kg kartol, 250 kg pîvaz, 50 qutî qonserwe, 15 kg goştê qelîyê, 200 kg miqarne, 75 kg nûk, 520 kg şekir û gelek hacetên tibê.”(ÎLKHA)