DAIŞ, êrîşî eskerê Tirkîyeyê yên li Başîkayê kir
Hat ragihandin ku li herêma Başîkaya Musûlê ya di kontrola DAIŞê de ye ji teref IŞÎDê ve êrîş li eskerên Tirk hat kirin. Di encama êrîşê de 4 eskerên Tirk bi şiklekî sivik birîndar bûn.
Li Başîkaya Musûlê ya ku di kontrola IŞÎDê de ye ji teref DAIŞê ve êrîş li eskerên Tirk hat kirin. Erîş di derdora seat 15.30an de bi topa hewanê hat lidarxistin. Hat ragihandin ku 4 leşkerên tirk bi şiklekî sivik birîndar bûn.
Hat zanîn ku eskerên birîndar bi balafirê anîne Şernexê. Di derbarê vê warê de hêj daxuyanî nehatiye dayîn. (ÎLKHA)