• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Kerboranê PKK li ser malên gel digire
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

6 roj e ku li navçeya Kerborana Mêrdînê de qedexeya derketina derve hatiye îlan kirin. Li navçeyê PKK, roj bi roj zexta xwe li ser xelkê navçeyê zêde dike. Hat ragihandin ku PKK, li navçeya  li ser malên gel digire û hewl dide ku gel bikişîne nav şerê.

Kesek ji nişteciyên Kerboranê bi telefonê ragihaştê Ajansa Nûçeyan a Îlkê. Niştecî wiha pêde çû: “6 roj e ku em nikarin derkevin derve. Zarokên me ji van dengen bilind ditirsin. 2 roj e ki ceyranên me tune. Kesên çekdar di her derê taxa me de bombe bicî kirine. Em nikarin ku serê xwe ji pencere ve derxin derve. Niha jî kesên PKKyî deriyên me dişkînin tên hûndir me tehdit dikin. Hewl didin ku gel jî bikêşin nav şerê. Ji sibe ve em rewşa vê derê ji polês û eskeran re dibêjin. Lê hêj jî tu kes tu tişt nekirine. Em nizanin gelo ji kî alîkarî bixwazin. Pêwîst e ku demildest ji vê yekê re rêyek were dîtin. Em di rewşekê pir xedar de ne.”(İLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir