• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
Kesên Kobanêyî: Şaredarî li me xwedî dernakeve
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kurdên Kobanêyî yên ku ji ber şerê Sûriyeyê revîyane û hatine li Êlihê bi cî bûne li vê derê tekoşîna jiyanê didin.

Her weke tê zanîn berî niha ji teref Şaredarîya Êlihê ve bi îddîaya ji kesên Kobanêyî re kirina arîkarîyê çadir hatibûn danîn.Kesên penaber ên ku li Êlihê dijîn hat hînbûn ku hinek ji wan şaredarîya DBPyî qet alîkarîya wan nake û hinek ji wan jî ameletîyê dikin.Malbatên Kobanêyî bi vî awayî  mucadeleya jiyanê didin.

Cevher Bokko Şêxo ê ku eslê xwe ji Serêkanîyê ye û bavê du zaroka ye û hevsera wî  Îzdîhar Muhammed Bakî Ebûzed li taxa Beşevlera Êlihê mucadeleya jiyanê didin.

Îzdîhar Muhammed Bakî Ebûzed di derbarê rewşa malbata xwe de destnîşan kir mêrê wî li ba dikandarekî wek xebatkarekî dixebite û ew mehane nêzî  250 lîre didin kiraya xanî.

 “Şaredarî ji me re arîkarîyê nake”

Ebuzed di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir şaredarîya Êlihê alîkarîya wan nake û axavtina xwe wiha domand: “Ez bi xwe çendîn car çûm şaredarîyê da ku ji wan çadirên ku şaredarîyê bi navê ‘Ji Kesên Kobanêyî re Çadira Arîkarîyê’ îstîfade bikim.Lê belê her cara ku ez çûm destên vala ez ji şaredarîyê vegerîyam.Dema ku ez diçûm ji min re digotin ‘Em van arîkarîyan ji kesên Kobanêyî re dibin’ Em jî Kobanêyî ne. Çima alîkarîya me nakin.Tu ferqa me ji yên din tune ye. Bi vî awayî şaredarîya Êlihê qet alîkarîya me nekir. Tenê kesên xêrxwaz û AFADê arîkarîya me kirin.”

“Em ji Kobanê hatin û em li vê derê birçî ne”

Malbata Muslîm jî yên ku ji ber pevçûn û şeran ev bû 7 sal ku ji Kobanê revîyane û hatine Êlihê  di derbarê pirsgirêkên xwe de axivîn.Ayde Muslîma ku penaber e û li Batmanê bi cî bûye wiha axivî: “Mêrê min amele ye û li înşaatan dixebite.Em niha di maleke xerabûyî de dijîn.Kesên xêrxwaz alîkarîya me dikin.Her wiha heta niha ji teref Şaredarîya Êlihê ve tu alîkarî ji me re nehatine kirin.Em niha jî li benda arîkarîya kesên xêrxwaz in.”

Her wiha hinek kesên Kobanêyî yên ku nexwastin navên xwe diyar bikin destnîşan kirin şaredarî DBPyî qet arîkarîya wan nake û ew şerpize bûne.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir