Li Şernexê seferên balafiran ji nû ve hatin betalkirin
Rêhewaya Tirkîyeyê ji ber pevçûn û bûyerên ku li navçeyên Cizîr û Silopî diqewim ji nû ve navbir da seferên xwe yên Şernexê.
Ji teref Rêhewaya Tirkîyeyê ve hat diyarkirin ji ber pevçûnan seferên Balafirgeha Şerafettîn Elçî hatine sekinandin.Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin ji ber ku li navçê bûyer, pevçûn û şer diqewimin û ji ber ku têketin û derketina û her wiha ewlehî li bajêr tune ye seferên balafiran hatine betalkirin.(ÎLKHA)