• DOLAR 32.598
  • EURO 34.793
  • ALTIN 2497.777
  • ...
Rewşa malbata ku ji ber pevçûnan revîyabû dilan dişewitîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbata ku ji ber pevçûnan mala xwe terk kiribû ji ber rewşa wan a xerab  a  niha li benda alîkarîyê ne.Lewra malbata 7 nefsî ji navçê koç kirin û niha ji ber bûyeran perîşan bûne.

Her weke ku tê zanîn li navçeya Sûrê wan rojên borî qedexeya derketina derve ji bona demekê hatibû rakirin. Kesên ku li navçê dijîn bi vê rakirina qedexê hewl dabûn da ku navçê biterikînin.Hinek malbat li gor derfetên xwe ketibûn xanînê din, hinek ji wan çûbûn ba naskirîyên xwe û hinek ji wan jî ji ber ku ne derfet û ne jî naskirîyên wan hebû di holê de mabûn. Malbata Ûnê jî yek ji wan malbatên ku di holê de mabûn e.

 “Me navçê terk kir lewra em di naveyna pevçûnan de mabûn”

Agahan Unê ku bi xurdefiroşîyê debara malbata xwe dike destnîşan kir ji ber ku ew li Taxa Savaşê di neveyna şer de mane navçê terk kirine û wiha pêde çû: “Dema ku ez û malbata xwe me  derek peyde nekir em mecbûr man ku werin xwe bispêrin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddînê Eyyubî.Lewra Diyarbekirê tu naskirîyên me tunebûn.Her wiha derdora mala ku em lê diman bûbû wek kavil û dêran.Her roj şer û pevçûn bû. Me navçê terk kir lewra em di naveyna pevçûnan de mabûn”

 “Em 9 roja di malê de maxsûr man”

Un di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ji ber ku tu derê ku ew biçin tunebû ew ji naçarî hatine nexweşxanê û axavtina xwe wiha domand: “Ev bû 20 sal ku ez li Diyarbekirê dijîm.Di van pevçûnan de mala min gelek zirar dît.Her roj di serserê me de bombe dibarîyan.Em di naveyna şer de mabûn.Nexweşxanê ji bona demekê derîyên xwe ji bona me vekir. A niha mezela xêrxwazekî ji me re hatîye tehsîskirin.Em bê nan û av man.Em ji nanê zûwa re mûxtac mane. Bila alîkarîya me bikin.Em li derve bê mal manê.Ez ê digel 6 nefsê din biçim kû.Di berîka min de pere jî tune ye.”

“Zarok ji birçîbûnê girîyan”

Dêya 5 zarokan jî di derbarê rewşa malbata xwe de wiha axivî: “Em di naveyna bombeyan de man.Em nikaribûn xwe biparêzin.Ji ber vê yekê me xwe avêt kolanan.Ez ji bona zarokên xwe alîkarîyê dixwazim.Zarokên min neçûn mektebê û bi rojan di malê de birçî man.Em şer naxwazim.Zarokên min dema ku em li mal bûn digirîyan û ji min re digotin’Daye nan bide me.’Me jî ji wan re digot ku bîskeke din sebir bikin. Ka ew ê çawa çêbê.Lê belê zarokan me fêm nedikirin.Em karibûn birçî bimînin.Lê belê ew nikaribûn.Em di rewşeke pir xerab de bûn.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir