• DOLAR 32.415
  • EURO 35.024
  • ALTIN 2325.214
  • ...
Hat iddîakirin ku avahîyên TOKÎyê biha hatine firotin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê ku ji teref TOKÎyê ve hatiye mexdûrkirin Odeya Pîşesazî û Bazirgantîyê ya Wanê (OPB) zîyaret kirin û ji wan daxwaz kirin ku ji vê yekê re çareserîyek bibînin.

 Li navçeya Îpekyoluya Wanê di bergeha  veguherîna şaristanê de avahîyên TOKÎyê hatin sazkirin. Xwedîyê van avahîyên TOKÎyê diyar kirin ku ev avahî ji teref TOKÎyê ve biha hatine firotin. Ji ber vê yekê kesên ku mexdûr bûne ji OPByê alîkarî xwestin.

“Bi hezaran erdhejzede deyndarê TOKÎyê bûne”

Di derbarê mijarê de Serokê Lijneya Rêvebirê ya OPByê ya Wanê Necdet Kaya civîn li dar xist. Kaya piştî civînê daxuyanî da. Di daxuyanîyê de wiha diyar kir: “TOKÎ piştî zelzeleya Wanê ket nav jiyana me. Lê di vê demê de hat dîtin ku TOKÎ gel mexdûr kirîye. TOKÎ, avahîyan biha difroşe. Ev yek jî dibe sedema mexdûrbûna gel. Ji xwe gel ji ber erdhejê ji TOKÎyê re deyndar bûye. Lê tê dîtin ku TOKÎ di vê warê de pêkolî dike.”

“Pêwîst e ku sîyasetmedarê bajarê Wanê ji mexdûran re çareserî bibînin”

Kaya, diyar kir pêwîst e ku pirsgirêkên mexdûrên TOKÎyê werin çareser kirin. Kaya wiha pêde çû: “Ji ber vê yekê pêwîst e ku sîyasetmedarê bajarê Wanê ji mexdûran re çareserî bibînin. Berevajî bi hezaran mexdûrên TOKÎ dê di nav bajarê Wanê de derkevin. Firotina avahîyên TOKÎyê biha ye. Pêwîst e ku rêyek ji vê yekê re were dîtin.”

Kaya diyar kir ku piştî civînê wek OPBya Wanê dê piştgirî bidin her hevdîtinê. Her wiha ev pirsgirêk pêwîst e ku ji teref parlementerê Wanê ve werin çareser kirin.(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir