PKKyîyan embara tûpan şêland
Li navçeya Kerborana Mêrdînê ya ku hêj jî qedexeya derketina derve didome, PKKyîyan embara tûpan şêland.
Li navçeya Kerborana Mêrdînê qedexeya ku di 11ê berfanbara 2015an de dest pê kiribû didome. Hat ragihandin ku li navçeyê di pevçûnên dijwar yên ku didome de 6 PKKyî hatin kuştin. Her wiha hat ragihandin ku di pevçûnên navçeyê de 3 siwîl jî birîndar bûne.
Her wiha hat diyar kirin ku di Taxa Safaya ku pevçûn heye de embarek tûpan ji teref PKKyîyan ve hat şêlandin. Bi tevahî 200 tûpên mezin yên ku ji teref PKKyîyan ve hatiye dizîn tê idîa kirin ku ev tûp dê wek teqemenî werin bikar anîn.
Li gor agahiyên ku hatin bi dest xistin di navçeyê de ceyran tûne û şer didome. (ÎLKHA)