• DOLAR 32.568
  • EURO 34.854
  • ALTIN 2433.684
  • ...
Miftîyên herêmê  Amedê zîyaret kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku li Taxa Karaagaça navçeya Qulpê  di şewata qursa Qur’anê de 6 şagirt miribûn û Mizgefta Kurşunluyê hatibû şewitandin miftîyên herêmê Amedê ziyaret kirin. Miftîyan diyar kirin ev bûyerên ku li herêmê diqewimin wan pir kovandar dikin. Miftîtîya Amedê hat ziyaret kirin. Li ser navê miftîyên wîlayetan miftîyê Rihayê Îhsan Açik û ji miftîyên navçeyan gelek miftî beşdarê ziyaretê bûn.

Miftîyê bajarê Amedê Burhan Îşleyen diyar kir ku ev ziyaret wî pir kêfxweş kir. Her wiha destnîşan kir  ev şewata ku di Qursa Qur’anê de qewimîbû û mizgefta ku lî Amedê hatibû şewitandin wan zehf xemgîn kirîye.

Îşleyen her wîha got li Amedê bûyerên pir xedar diqewimin. Dûvre wiha axavtina xwe domand: “Çend roj berê di qursa Qur’ana Karaagaçê de şewat derket. Di şewatê de 6 xwendekarên me jiyana xwe ji dest dan. Hêj ku jana vê yekê nû bû em bi şewitandina Mizgefta Kurşunluyê ya hezar û 500 sal berê hatibû sazkirin re rû bi rû man. Bûyerên ji van xedartir jî diqewimin. Ji fetih kirina bajarê Amedê heta îro Mizgefta Mezin a ku îbadet dihat eda kirin û di gelek mizgeftên din de jî îbadet nayên kirin. Em di rewşek wisa de ne ku em nikarin di mizgeftên xwe de nimêj bikin. Ez dixwazim diyar bikim ku em janên ji vê yekê girantir jî dibînin.

Îşleyen wiha dawî li axavtina xwe anî : “Daxwaza me ji Xwedê Teala ew e ku ev bûyer demildest werin sekinandin. Tacirên me biçin serê karên xwe. Xwendekarên me biçin dibistanên xwe û qursên Qur’anan jî perwerdehîyê bidin.”

“Em hertim ba bajarê xwe yê ku ji sehabîyan re mêvandarî kirîye ne”

Miftîyê wîlayeta Rihayê Îhsan Açik diyar kir ku li ser navê miftîyên wîlayetan hatiye Amedê. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hatin bajarê Pêxember û sehabîyan. Em hertim ba bajarê xwe yê ku herî zêde ji sehabîyan re mêvandarî kirîye ne. Em ji bo anîna  serxweşî û piştgirîyê miftî û melayê xwe yên bajarê din  wek qasid hatin vir. Înşaellah ew 6 xwendekarên ku di şewata qursa Qur’anê de jiyana xwe ji dest dan çûn bihîştê. Rewşek pir xedar hat dîtin. Ez serxweşî didim miftîtîya bajêr û gelê Amedê. Bi teybet Xwedê Teala sebr û niyaz bide malbatên wan.”

Açik wiha pê de çû: “Ji ber ku em vî bajarê wek bajarê îslam diwesfînin azan, mînare û mizgeft helbestwan û sembolên pir mezin in . Înşaellah mizgeftên me dê werin vekirin û cemaetên me dê zêdetir bibin. Ev axên li vir bi îslamîyetê re mişeref bûne.”

Açik, bal kişand ku bi her cûr alîkarî û bi her  şiklê ba xelkê Amedê ne. Dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Peywira me ew e ku em wek pêxember û sehabîyan bijîn. Pêwîst e ku ewan çi ji me re anîne û çi nîşanê me dane em jî van tiştan ji gel re bibêjin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir