• DOLAR 32.367
  • EURO 35.184
  • ALTIN 2323.966
  • ...
Serokê Karên Diyanetê ji Papa û Trumpê DYEyê re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez Nûnerê Taybet ê Serokê DYÊyê Şerîk Zarîf û Lijneya pê re qebûl kir.Gormez di qebûlkirina nûnerê taybet de ji Papayê ku banga  herba cîhanê ya sêyemîn kiribû û ji Trumpê ku bang dikir da ku nehêlin misliman têkevin Amrîkayê re bertek nîşan da.

Gormez diyar kir pirsgirêkên ku di herêmê de diqewimin tenê yê dînekî nînin. Pirsgirêka  hemû mirovahîyê  ye. Gormez, dûvre axavtina xwe wiha domand: “ Erdnîgar û herêma me ji demekê pir zehmet de derbas dibe. Pêwîst e bê zanîn ku ev pirsgirêkên ku di holê de ne pirsgirêka dîneke tenê nîne. Ev yek pirsgirêka hemû însanan e. Roja ku dinya hatiye avakirin heta îro rizqê her însanê li ser rûyê dinê hebûye. Lê mixabin xirs û hêrsbûna însanan wan anîye vê halê. Însan dinyayê ji hev re teng dikin.”

“Ji Papaya ku daxuyaniya herba cîhanê ya 3yemîn dabû re bertek”

Gormez, ji Papaya ku daxuyaniya herba cîhanê ya 3yemîn dabû re bertek nîşan da. Dûvre wiha pê de çû: “Bi şoreşa Fransî re mirovahî ket nav lêgerînek din. Mirovahî, hewl da ku ji dîn derê û dinyayek laîqtir ava bike. Lê ramana laîqî, tûndîyên ku ji dîn diqewimin jî paş ve hêşt. Dinyayê bi tevahî xist nav cengê. Însan jî bi kefşên zanistî ve bombeya atomî fikirî. Însan  çekên kîmyayî çêkir û di cengên di dîrokê de bûn sedema qetil kirina zêde ya  însanan. 2 cengên mezin yên dinyayî qewimîn. Niha jî qala herba cihanê ya 3yem tê kirin. Birêz Papa jî  qala vê yekê dike.”

“ji Trumpê ku bang dikir da ku nehêlin misliman têkevin Amrîkayê re bertek”

Gormez ji Trumpê ku bang dikir da ku nehêlin misliman têkevin Amrîkayê re bertek nîşan da. Dûvre wiha axavtina xwe domand: “Di welatek wek Emrîkayê de endam berîya hilbijartinê dikarin bi şiklekê hêsan bibêjin misade bikin da ku misliman têkevin Emrîkayê ya na. Ne rast e ku tu kes vê yekê bixe sitûyê tu kesî. Di vê herêmê de em jana pir giran dikşînin.”(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir