• DOLAR 32.359
  • EURO 35.067
  • ALTIN 2291.653
  • ...
Di bûyerên Diyarbekirê de 2 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn ji teref HDP û DBPê ve ji bona protestokirina qedexeya derketina derve banga tevlîbûna meşe hatibû kirin.Îro dema ku meş hat lidarxistin ji teref polêsan ve hat astengkirin. Ji ber vê yekê li bajêr bûyer qewimîn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Kaynartepeya Baglarê di seat 14.30an de 2 kesên ku tê îddîakirin tevlî bûyeran bûne hatin kuştin. Navên kesên ku hatine kuştin wiha hat diyarkirin: Şîyar Selman(18) û Şerdîl Cengîz(21).

Hat ragihandin kesên ku hatine kuştin di pevçûnê de hatin kuştin. Cesedê her 2 kesan jî rakirin  nexweşxaneyeke taybet.

Her wiha hat diyarkirin di pevçûnan de kesên bi navê Bariş Ege(17), Şemdîn Ay(15), Serhat Gultekîn(19) û Ayşe Aydenîz (65)  birîndar bûn.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir