• DOLAR 32.381
  • EURO 35.035
  • ALTIN 2325.169
  • ...
Xelkê Cizîrê hê jî navçê terk dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xelkê Cizîrê hêj duh ve dest bi terkkirina navçê kiribûn ku ev terkkirin îro jî berdewam dike. Xelkê ku bihîst ew ê li navçê îşev derketina derve bê qedexekirin bi lez û bez hewl dan da ku navçê biterikenin

Îro ji teref Walîtîya Şirnexê ve hat daxuyandin ku ew ê di seat 23.00an de derketina derve bê qedexekirin.Ji ber vê yekê xelkê Cizîrê hewl dan da ku demildest navçê terk bikin. Hat dîtin xelkê ku xebera qedexekirinê dibihîst dilnerihet û diltirs dibûn.Xelk ji ber daxuyandina qedexê hewl dida berî kêlîkê navçê biterikene.Kesên ku derfet û îmkana wan a çûyînê tunebûn jî berên xwe dan markêtan da ku ji xwe re erzaqê bistînin.

Her weke ku tê zanîn duh piştî ku ji mamosteyan re peyam hatibû avêtin re xelkê navçê dest bi terikandina navçê kiribû.Terkkirin îro jî berdewam dike.(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir