• DOLAR 32.334
  • EURO 35.087
  • ALTIN 2296.392
  • ...
"Ji ber ku di rêya Xwedê de bû wî şehîd kirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji pêşîvan û mezinên Cemeata Hîzbûllah Selahaddîn Uruk berî vê 14 salan li navçeya Yuregîra Edenê hat qetilkirin. Dê û bavê Selahaddîn Uruk di derbarê lawê xwe de destnîşan kirin ‘Em bi lawê xwe îftîxar dikin û me Selahaddînek winda kir lê belê me hezar Selahaddîn qezenc kir.’

Selahaddîn Urukê ku jiyana xwe bi xizmet û xebatan  di rêya îslamê de feda kiribû di hêleya ku li dijî camîayên îslamî hatibû destpêkirin de di 5ê îlona 2001an de hat qetilkirin. Dê û bavê Selahaddîn Uruk derîyên mala xwe ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re vekirin.

Mehmet Urukê ku bavê Selahaddîn Urukê li Mazîdaxê digel xanima xwe Sultan dijî di derbarê lawê xwe de destnîşan kir lawê wî hêj dema ku piçûk bû dest bi fêrbûna ilmên îslamî kirîye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Lawê min hêj 6 salî bû Qur’ana Kerîm hifz kir.Lawê min her wiha li mektebê jî jîr û xurt bû.”

 “Jiyana xwe bi xizmeta îslamê borand”

Mehmet Uruk destnîşan kir lawê wî û Serokê Cemaeta Hîzbûllah Huseyîn Velîoglu di sala 1984an de hevdu naskirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min piştî ku Serokê Cemaeta Hîzbûllah naskir re dev ji malê dinyayê qera û emrê xwe ji xizmeta îslamê re feda kir.Lawê min di sala 1992an de hat binçavkirin û hat girtin. Piştî 10 mehan tehlîye bû. Pişt re di derheqê wî de qerara girtinê derxistin. Ji ber vê yekê jiyana muhacirtîyê ji bona lawê min dest pê kir.”

 “Zêde ji şehadetê hez dikir”

Uruk destnîşan kir lawê wî di sala 2001an de li Zozana Tekîrê di mala ku di ma de hat qetilkirin û wiha pêde çû: “Rebbê min gelekî ji her duyan hez dikir ku wan bir ba xwe û mertebeyên wan bilind kir.Him Huseyîn Velîoglu him jî lawê min terka malê dinyayê kirin û tenê ji bona riza Xwedê  Teala xebitîn.Ew her tim li dûv Qur’an û sunnetê çûn û hewldan da ku  ji însanan re bi feyde bibin.Di vê rêyê de teqez ew ê şehadet hebana ku di encamê de her du jî şehîd bûn.”

 “Li her derî îslamê ji însan re digot û xwe qet nedida paş”

Uruk destnîşan kir lawê wî xwedîyê exlaqekî gelekî baş bû û ji teref gelek kesî ve dihat hezkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema şehîd, rûdinişt derekê bi lez xort û ciwan li dora wî kom dibûn.Ji xort û ciwanan re îslamê digot,nesîhetan li wan dikir.Nexasim ji xortan re digot ku bi malê dinyayê neyên xepandin û hazirîya axretê bikin.Her tim digot ku wext ne wextê rûniştinê ye, wext wexta ji bona Xwedê xebitîneye.Me gelekî ji hevdu hezdikir. Nayê bîra min ku lawê min dilê min şikandîye.”

 “Ciwanîya xwe di rêya Xwedê û Resûlê Xwedê de xerc bikin”

Uruk destnîşan kir lawê wî gelekî zêde ji xort û ciwanan hez dikir û dûvre ji xortan re wiha nesîhet kir: “Ez bavê şehîdekî me.Ez dixwazim wek bavê şehîdekî çend şîretan li ciwanane bikim; Xortno!Ciwanîya xwe di rêya Xwedê û Resûlê Wî de xerc bikin.Heyata dinyayê pênç kuruş nake, ya muhîm axret e. Cennet û cehennem heye, axret heye û her wiha meqamên bilind hene. Hûn jî wek Selahaddînê min ji dînê mubîn re heyata xwe  feda bikin. Meqama şehadetê gelekî mezin e. A niha şehîdên me di nava xweşîyê de ne. Rebbê min şehadetê nesîbê min jî bike.”

 

 “Di odeyeke malê de ji 70-80 zarokî re dersa Qur’anê dida”

Sultan Uruka ku dêya Selahaddîn Urukî ye di derbarê lawê xwe de destnîşan kir ew bi lawê xwe ser bilind e û wiha pêde çû: “Selahaddînê min  dersa Qur’anê dida zarokên taxê. Nêzî 70-80 zarokê taxê jê dersa Qur’anê distand. Ez bi vê gelekî kêfxweş dibûm.Bawer bikin heger balên min  hebana ez ê firîyabana. Ji ser de gelek wext derbas bû, lawê min şehîd bû û ez jî niha pîr bûme.A niha ew zarokên ku Selahaddîn dersê dida wan li min xwedî derdikevin.Ew zarok min li kû derê bibînin destê min maç dikin. Min dideynin li serserê xwe. Me Selahaddînek winda kir lê belê hezar Selahaddîn qezenc kir.”

 “Ji ber ku di rêya Xwedê de bû, wî şehîd kirin”

Dê Uruk, destnîşan kir ew gelekî ji lawê xwe hez dikir û bi heman awayî lawê wê jî jê hez dikir. Uruk pişt re wiha pêde çû: “Her tim ji min re digot ‘Dêya min! Tu çi qas şîrîn û xweşik î.’ Lawê min ji ber ku di rêya Xwedê de bû hat şehîdkirin. Em di rêya Xwedê û Qur’anê de ne, Xwedê nesîp bike em ê her tim di rêya Xwedê de bin.”

Sultan Uruk di dawîya axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “Lawê min di sala 1992an de hat girtin û  dema ku lawê min hat girtin min li ser lawê xwe zêmarekî strand. Ez bi lawê xwe îftîxar dikim.”(ÎLKHA)

 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir