• DOLAR 32.575
  • EURO 34.973
  • ALTIN 2427.169
  • ...
Pergala perwerdehiyê xwendekaran wek exlaqî terbîye nake
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di çapemenîya civatê de hat dîtin ku di polê de xwendekarek li ber çavê mamoste eraqê bikar tîne. Ji ber vê yekê Alîkarê Serokê Egîtîm Bîr-Senê ya Şaxa Amedê Recep Guneş bertek nîşan da. Guneş, kêmasîyên di pergala perwerdehîyê de nirxand. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Rastî em ji vê yekê re zêde neheyirîn. Me çend caran rewşa pergala perwerdehiyê anî ziman. Bi vê pergala perwerdehiyê xwendekar baş nayên terbîyekirin. Bi vê kêmasiyê geh geh mînakên wiha derdikevin berîya me.”

“Pêwîst e ku ji pergala perwerdehiyê şûnên 28ê Sibatê paqij kirin”

Guneş, bal kişand li ser guhertina  pergala perwerdehiyê û dûvre wiha axivî: “ Pêwîst e ku ewil şûna 28ê Sibatê ji pergala perwerdehiyê were paqij kirin. Pêwîst e ku ji bo terbîya xwendekaran dersên kîjanî herî baş in ew ders werin daxîlkirina  pergalê.  Nexwe xwendekar tenê dê ji bo serkeftina akademîkê perwerdehî bibînin. Ev yek jî dê bibe sedema dîtina van dîmenên exlaq nexweş. Berî dana bi kariyerên ku ji mirov re pere tîne dibe sedema pêk hatina hişmendiya maddî. Ev yek jî dibe sedema mezinbûna nifşên xeternak. Ev vîdeoya ku di çapemenîya civatê de hatiye parvekirin dide nîşan ku zarokên me di rewşeke pir xedar de ne.

“Pergala xwezeptkirinê di dibistanên me de nîne”

Guneş, bal kişand  pêwîst e ku di naveroka gotina ‘Nifşên Dîndar’ were tîje kirin. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Em dixwazin ku projeya mezinkirina nifşên dîndar were girgîn û muşexes kirin. Nexwe xeynî vê gotinê tu tişt dê neyê kirin. Pergala xwezeptkirinê di dibistanên me de nîne. Em li dîjî ceza dayîna ji xwendekaran in. Lê em baş dizanin ku di pergala perwerdehiyê de bê cezadayinê perwerdehî nameşe. Ji bo vê yekê xwezeptkirina mamosteyan winda dibe. Xwendekaran, ji wîjdana mamosteyan re hêştin e. Pêwîst e ku nexweşîya vê rewşê were tespîtkirin. Dûvre reçete were nivîsandin. Nexwe dê em her tim van dîmenan bibînin.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir