Esker bi tankan têketê Sûrê
Li navçeya Sûra Ameda ku hêj lê qedexeya derketina berdewam dike esker jî ji bo operasyonan destek û piştgirîyê didin polêsan.
Li navçeya Sûra Amedê ev bû 3 roj ku derketina derve lê qedexe ye pevçûnên tund berdewam dikin. Hat dîtin li navçeya ku pevçûn bi tundî berdewam dikin eskeran jî destekê didin operasyonan.
Hat ragihandin di operasyonên ku li derdora Mizgefta Kurşunluyê tên lidarxistin de esker jî bi tankan cî girtin.
Her weke ku tê zanîn berî vê çend rojan qedexeya ku 10 rojan li navçê berdewam kiribû hatibû rakirin û roja înê cardin hat îlankirin. Dema ku qedexeya derketina derve hatibû rakirin hatibû dîtin ku tankên eskeran hatine navçê.(ÎLKHA)