• DOLAR 32.528
  • EURO 34.997
  • ALTIN 2435.104
  • ...
Meşa ku parlementerên HDPyî tevlî bûbûn xelk piştgirîyê nedaye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê komek HDPyîyê ku parlementerên HDPyî jî di nav wan de bûn xwestin ku meşekê li dar bixin. Lê belê xelkê qet piştgirî û destekê neda komê.Ev yek jî balan kişande li ser xwe.Meşa ku hat lidarxistin de di nav wan de Serokê Bajêr a DBPê jî hebû tevde 4 kes hatin binçavkirin.

Duh komeke ku di nav wan de Parlementerên Êlihê HDPê Ayşe Acar Başaran û Mehmet Alî Aslan jî hebû li ber Parka Ataturkê li hev civîyan û xwestin heta şaredarîyê bimeşin. Hat dîtin xelk qet destek û piştgirîyê neda koma ku xwest meşê li dar bixe. Her wiha polêsan nehiştin ku kom bimeşe. Ji ber vê yekê di navbera kom û polêsan de nîqaş derket. Piştî demekê polêsan bi av û gazê mudaxeleyî komê kir.

Di dema mudaxelê de 4 kesên ku di nav wan de Serokê Bajêr a DBPê Mehmet Can Demîr  jî hebû hatin binçavkirin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir