Li Sûrê pevçûn hêj berdewam dikin
Li navçeya Sûra Amedê ya ku berî niha derketina derve lê hatibû qedexekirin pevçûn û şer bi şidet berdewam dikin.
Qedexeya derketina derve ya ku li Sûrê 10 rojan berdewam kir duh ji bona demekê hatibû rakirin ku duh cardin qedexe hat daxuyandin. Li navçê hêj di navbera polês û PKKyîyan de pevçûn bi şidet berdewam dikin. Ji ber pevçûnên ku li navçê diqewimin navçê dêran û wêran bûye. Ji navçê bênavbir dengê teqîn û çekan tê. Her wiha li hinek cihan dûman bilind dibin.
Li gor îdîayên şahidan PKKyîyek ast bilind di pevçûnan de birîndar bûye.
Li navçeya ku derketina derve qedexe ye têketin û derketina nava navçê di kontrola polêsan de tê kirin.(ÎLKHA)